DAIŞê derbarê şerê Kerkûkê de daxuyanî da

DAIŞê derbarê şerê Kerkûkê de daxuyanî da

Rojava news: Rêxistina DAIŞê derbarê êrişa li başûrê Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir û tê de qebûl kir ku çekdarên wê di êişa li Kerkûkê de şikestine

 

DAIŞê di daxuyaniyekê de ku li ser hesaba wê rêxistinê li ser tora civakî ya twitterê ya bi navê “Wîlayeta Kerkûkê” hatiye belavkirin, ragihandiye ku duh şer komek ji çekdarên wan li başûrê Kerkûkê û li navçeya Riyaz êrişî hêzên pêşmerge kirin û tenê bo çend saetan dest bi ser gundê Mure de girtin û piştre hatin têkşikandin.

 

DAIŞê di daxuyaniya xwe de behsa wê yekê jî kirine, ku di şerê duh şev li başûrê Kerkûkê de, wan çend pêşmerge şehîd kirine û pêşmergeyek jî wek dîl girtine.

 

Derbarê rastiya wê agahiyê de, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ti agahî nedaye û heya niha dîlgirtina ti pêşmergeyekê piştrast nekiriye.

 

Duh şev çekdarên DAIŞê ji 6 aliyan ve êrişeke berfireh kirine ser hêzên pêşmerge û bo çend saetan şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de derket ku heya îro danê sibê jî berdewam bû.

 

Hêzên pêşmerge piştî şerekî giran karîn êrişên DAIŞê li Kerkûkê têk bibin.

 

Li gor agahiyan Wezareta Pêşmerge di êrişên çekdarên DAIŞê bo ser gundên Mureya Mezin û Mureya Biçûk, Yermûk, Komelgeha Şehîd û Miryem Beg de, 29 çekdarên DAIŞê bi destê hêzên pêşmerge hatin kuştin.