Rojava News: Balyozê Îtalya li Îraqê tekez dike ew dê berdewam alîkariya leşkerî û siyasî bo Herêma Kurdistanê bikin û di demek nêzîk de dê qunislxaneya giştî li Hewlêrê vekin.
Serokê Herêma Kurdistanê li gel balyozê Îtalya li Îraqê civiya û pirsa peywendiyên di navbera her du welatan de hate gotûbêj kirin.
7 Temûzê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li baliyozê Îtalya li Îraqê Marco Carnelos kir.
Di civînê de balyozê Îtalya li Îraqê sipasiya gelê Herêma Kurdistanê kir li ser hewandina hejmarek gelek mezin ji penaberan û tekezî li ser peywendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê di ware siyasî, aborî û çûnewaran de kir. Herwiha Marco Carnelos, Barzanî bi biryara welatê xwe agahdar kir ku di demek nêzîk de dê Îtalya nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê bilintir dike û tekez jî kir li ser berdewamiya Îtalya li ser rahênana Pêşmergeyên Kurdistanê û alîkariya wan ji aliyê leşkerî ve.
Beramberî wê Barzanî hêviya serkeftinê ji bo baliyozê Îtaliya xwest û sipasiya gel û hikûmeta welatê Îtalya kir li alîkariyên wan bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo firekirina peywendiyên hevbeş yên aborî, siyasî û civakî di navbera herdu aliyan de anî ziman.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî sipasiya welatê Îtalya kir li ser vekirina qunsilxaneya giştî li bajarê Hewlêrê.
Pirsên rewşa Îraq û Kurdistanê û karûbarên şerê li dijî çekdarên DAIŞê hin mijarên din bûn di vê civînê de.
