RojavaNews : Balafirên şer li nav bajarê Şingalê li çekdarên DAIŞê da.
Şeva borî balafirên şer li nav Şingalê çekdarên DAIŞê dan ber bombeyan û di encama wan êrişan de du baregehên DAIŞê wêran bûn û komek çek û cebilxaneya DAIŞê jî hatin teqandin û her wiha komek çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin lê nayê zanîn ka çend kes hatine kuştin.
