Siûd Mele: Lixwegirtina Pêşmerge ne biryarek nû ye

Siûd Mele: Lixwegirtina Pêşmerge ne biryarek nû ye

RojavaNews :Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S "Siûd Mele" tekez kir ku biryara lixwegirtina Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ne biryarek nû ye.

Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S "Siûd Mele"ji malpera Yekîtî Mîdya re got:" Biryara lixwegirtina Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê ne biryarek nû ye, her wiha ev biryar hemû rêkeftinên di navbera me û PYDê de hebû, herdem me li ser hebûna hêzeke leşkerî ya Encumena Kurdî tekez dikir.Ev yek di rêkeftina Dihokê de diyar bû derbarê hebûna du hêzên leşkerî û pêwîstiya hebûna komîteyek pispor derbarê çawaniya bergiriya hevbeş di ber xaka Kurdistanê de."