Rojava News: Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê piştî zêdetirî 3 sal û nîvan ser damezirandina hêza wan, niha xwe gelkî nêzîk dibînin, ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Bi taybetî piştî ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ew hêza Rojava li xwe girt niha ew Pêşmerge xwe ji vegerê re amade dikin.
Ew Pêşmerge dibêjin, em amede ne di nêzîktirîn dem de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, da ku em rihetiyekê bixin nav milletê xwe de û em ewlehiyekê li Rojava peyda bikin.
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di bin navê hêza leşkerên Roj di nava refên Pêşmergeyên Zêrevanî ji meha 2 ya sala 2012 li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî distînin û di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de beşdar bûne û 24 şehîd heta niha danîne.
Herwiha ew Pêşmerge dibêjin, "Em dixwazin sînorê di navbera Başûr û Rojava rabe û em hêzeke kurdistanî ava bikin."
Hêza Pêşmergeyên Rojava ji 8 tabûran pêk tê û keç jî di nava wan de hene.
