Li Xazir Firokeyên hevpeymanan operasyon li dijî civîna berpirsên DAIŞê pêk anî

Li Xazir Firokeyên hevpeymanan operasyon li dijî civîna berpirsên DAIŞê pêk anî

RojavaNews: Firokeyên şer ên hevpeymanan bi hemahengiya ligel hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî li eniya Xazir êrîşek birin ser baregahekê DAIŞ’ê û di encam de 6 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin.

Derbarê mijarê de Fermandarê Pêşmerge Dilşad Mewlûd wiha got ku şevê din demjimêr 8’ê êvarî li ser îstîxbarata hêzên Zêrevanî, firokeyên şer ên hevpeymanan operasyonek hewayî li dijî baregahekê DAIŞ’ê li gundê Bazgirkan a eniya şer a Xazirê encam dan.

Mewlûd got ku berpirsên DAIŞ’ê wê kêliyê li gund di cîvînê de bûn û ev operasyon li dijî vê civînê hatiye kirin.

Navborî amaje bi wê yekê kir ku di vê êrîşê de 6 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku eniya Xazir dikeve bakûrê bajarê Mûsilê û cihên stratejîk ên vê eniyê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.