Rojava News: Hejmarek ji sermayedar û dewlemandên Ranya bi armanca hevkariya avakirina bajarê Kobanê biryar dan ku bi derfetên xwe dibistanekî ava bikin û navê dibistanê ji bikin ”Dibistana Ranya”.
Helmetên alîkariya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê didomin. Çalakvanê medenî Esed Şawrî di daxuyaniyekê de ji bo BasNews ragehand ku çend kesayetên sermayedar û dewlemendên navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniya Başûrê Kurdistanê biryar dane ku dibistanekî li bajarê Kobanê ava bikin.
Şawrî diyar kir ku van sermayedaran biryar dane ku bi rêya kempînekî pareyên xwe kom bikin û bi derfetên xwe û destê xwe li Kobanê dibistan ava bikin û got: ”Alîkarî tenê bi pareyan jî sînordar nîne. Hindek hosta û karker jî amade ne ku bixwe herin kobanê û di avakirina dibistanê de alîkar bibin.”
Esed Şawrî da zanîn ku du endazyaran projeya nexşeya dibistanê jî amade kirine û navê dibistanê jî weke pêşniyar dixwazin bibe ”Dibistana Ranya”.
Vî çalakvanî diyar kir ku wê alîkariyên hatine komkirin di Cejna Remezanê de bigehin hev û dest bi amadekariyan bê kirin.
