Li Mexmûrê bombe bi DAIŞiyan ve teqiya

Li Mexmûrê bombe bi DAIŞiyan ve teqiya

Rojava News:  Hat ragihandin, li gundê Kodîle ya ser bi Mexmûrê ve bombeyek bi çekdarên DAIŞê ve teqiya û di encam de 5 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.

 

Li gor ku rayederên  Iraqî ragihandine ;  êvariya îro li gundê Kodîle ya Mexmûrê bombeyek bi çekdarên DAIŞê ve teqiya û bi sedema wê teqînê 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 3 çekdarên din jî birîndar bûn.

 

Demak u çekdarên DAİŞê mijulî  çêkirina bombeyê bûne teqînê rudaye.

 

 

Ji aliyekê din ve, li mêhwera Başîk li deşta Neynewayê, balafirên şer ên hevpeymanan êrişî navend û çeperên çekdarên DAIŞê kirin û di encam de 2 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê hatin jinavbirin.

 

Lê belê di derbarê  hejmara temam a kuştî û birîndarên DAIŞê de  tu agahî nehatiye dayin.