Rojava News: 6 milyon dolar li gel xwe birine û ber bi deverek ne diyar ve reviyaye li gel 6 alîkarên xwe.
Hin çalakvanan ji Hesekê li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku yek ji serkirdeyên bilind yên DAIŞê li gel çend alîkarên xwe piştî ku milyonên dolaran bi xwere birine reviyane deverek ne diyar.
Li gor nuçeya Bas newsê“Serkirdeyê DAIŞê “Ebû Fatima Eltûnisî” ku bi pileta Emîre û bi regez Tûnisî ye û berpirsê “Elrikaz” e li bajarê Şedadê li gundewarê başûrê Hesekê, Îro 9 Temûzê ji çekdarên DAIŞê cudabûye li grl hejmarek ji alîkarên xwe û ber bi deverek ne diyar ve çûye.”
Herwiha wan çalakvanan tekez kirin ku “Eltûnsî li gel 6 çekdarên din piştî ku 6 milyon dolar li gel xwe birine reviyane, vê yekê tevgerek ne asyaî xiste nav çekdarên DAIŞê li parêzgeha Hesekê bi mebesta dîtin û destgîrkirina Eltûnsî û hevalên wî.”
Ji aliyekî din ve wan çalakvanan gotin: “Çekdarên DAIŞê dest bi lêkolînê li gel hemç çekdarên ku peywendiyên wan li gel Eltûnsî hebûn kirin.”
