Rojava News: Berdevkê PDKê derbrê hewlekê bo pêşkêşkirina projeqanûnekê ku rêjeya kotayên kêmneteweyan di Parlamentoya Kurdistanê de kêm dike mercên li pêşiya wan kêm dike, ragihand: Sîstema Kota bercestekirina beşdarî û mafê resen ê me hemûyan e li Herêma Kurdistanê. Sîstema kota nabe ne kes destkarî bike û ne jî hizrê li kêmkirina wê bike.
Berdevkê PDKê li ser hewlekê bo pêşkêşkirina pirojeqanûnekê ku ji rêjeya kotayan bo neteweyên nava Parlamentoya Kurdistanê kêm dike û mercên li pêşiya wê giran dike, daxuyaniyek belav kir.
Berdevkê PDKê ragihand: “Civaka Kurdistanê civakekek e ku gellek netewe û ol û mezheb tê de dijîn. Ev cudahî ne nê çêkirî ye, lê belê rengeke resen û dîrokî ye li Kurdistanê, ku bûye cihê dewlemedî û şanazî û pitewkirina civaka me. Xebata hevbeş di qonaxên cuda de û bo mafên rewa di ware siyasî û kultûrî û civakî bi dehan dastanên mezin li yek çeperê û bo hemû armnan têk bûye.”
PDKê wiha domand: “Pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû van pêkhateyên, nîşana serkeftin û pêşxistina jiyana siyasî û û aborî, lewma piştevaniya navdewletî û navendên siyasî û olî mezin ji cîhanî hat misogerkirin. Di edebiyat û helwesta û karên PDKê de ew rastiye di hemû qonaxan de esasekî dîrokî hebûye û jêdera wan bo rêbaja Barzaniyê nemir digire.”
Berdwvkê PDK ragihand: “Di vê qonaxê de Serok Barzanî rêberê vê kultûra PDKê dike û rijdbûna wê li ser mafên hemû pêkhatan neteweyî û olî cihê şanaziyê ne. Sîstema Kota bercestekirina beşdarî û mafê resen ê me hemûyan e li Herêma Kurdistanê. Sîstema kota nabe ne kes destkarî bike û ne jî hizrê li kêmkirina wê bike.”
