Hesekê..DAIŞê carek din li başûrê Hesekê pêşve diçe

Hesekê..DAIŞê carek din li başûrê Hesekê pêşve diçe

RojavaNews :Çekdarên DAIŞê duh 9 Temûzê danê sibehê dîsa li hin taxên di bin kontirola leşkerên rêjîma Esed de li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê pêşketin, piştî ku bordûmana firokeyên rêjîm û Hevpeymaniyê rawestiya ye.

Li gorî hin Çalakvan ji Hesekê, çekdarên DAIŞê carek din li taxên başûrê Hesekê belavbûne û dest danîne ser rêbenda Panorama û Rêveberiya Veguhestinê ya di bin kontirola rêjîmê de û ji aliyê taxa Mesakin û Resafê û Mecbel li rojhilatê Panorama pêşve tên.”

Herwiha “Leşkerên rêjîmê paş vegeryane, bi taybert piştî ku firokeyên rîjîmê û firokeyên Hevpeymaniyê her du aliyan jî ji duh ve nema baregehên daşê li wan taxan bordûman kirine.”