Mesrûr Barzanî: Serxwbûn mafeke bingehîn ya gelê Kurde

Mesrûr Barzanî: Serxwbûn mafeke bingehîn ya gelê Kurde

RojavaNews : Şêwermendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarî kirin di bernameya Dîdara Roj ya Kurdistan tvê de eşkere kir ku se Serxwbûn mafê bingehîn ya gelê Kurde.

Mesrûr Barzanî got: doza serbixweyiya Kurdistanê dozeke gelek girînge û pêdiviya xwe bi yekrêziya tevahiya part û aliyên syasî yên Kurdistanê heye.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Me weke partiya demokrata Kuridstanê bi dirêjahiya dîrokê xebat bo vê yekê kiriye ku Kurd jî weke tevahiya gelên din yên cîhanî bibe xwedan mafê diyar kirina çarenivîsa xwe.

Barzanî herwiha daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî kir daku ev doza han bikin bernameya karên xwe yên siyasî daku bihevre bikaribin ev mafa han bo gelê Kurd bidest bixin.