Şerekî giran li Hesekê

Şerekî giran li Hesekê

Rojava News:  Li başûrê Hesekê di navbera artêşa Esed û çekdarên DAIŞê de şerê kolanan dest pê kiriye.

 

Li gor Ofîsa ragihandinêya PDK-S li bajarê Hesekê ku duh bi şev heta seetên sibeha îro, li başûrê Hesekê di navbera artêşa Esed û çekdarên DAIŞê de şerekî giran  dest pê kiribû li her yek ji taxa Newşa Rojava û Rojhilat,taxaVêlat.taxa Lêliyê, devera Banorama, Peymangeha Pîşesazî, ligel toparankirina balafirên rejîma Esed ji wan cihan re. 

 

Li gor agahiyên ku medyaya fermî ya hikûmeta Esed belav kirine, agirekî mezin bi avahiya parêzgeha Hesekê li nava bajar ketiye.