Bexda li dijî wê biryara Kurdistanê derket

Bexda li dijî wê biryara Kurdistanê derket

Rojava News: Hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe li hember firotina xweser a petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nîşan da û ragihand, nabe Hewlêr bi serê xwe vê yekê bike.

 

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybet firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, ji televîzyona iraqî ya El Iraqiye re axivî.

 

Seid Hedîsî nerazîbûna xwe li hember firotina xweser a petrola Kurdistanê nîşan da û got, di navbera her du aliyan de rêkeftinek hatiye îmzekirin ji ber wê jî nabe mirov li şûna wê rêkeftinê, çareseriyek din bibîne.

 

Hedîsî her wiha diyar kir ku hikûmeta Iraqê girêdayî rêkeftinê ye divê Hewlêr jî pêve girêdayî be û got, hikûmeta Iraqê hewl dide bi rêya diyalogê nakokî û arîşeyan çareser bike.

 

Berdevkê hikûmeta Iraqê anî ziman ku Herêma Kurdistanê bi serê xwe biryara daye û got, nabe ti aliyek bi serê xwe biryar bide û merc û şertên xwe bi ser aliyê din de bisepîne.