Rojava News: Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ku PYDê jî di nav xwe de digire, hevalbendiya xwe bi encumena bajarê Helebê yê Sûriyê re da sekinandin.
TEV-DEMê di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malperên nêzîkî PYDê hatiye belavkirin, ragihandiye, encumena bajarê Helebê ya girêdayî dijbereya Sûriyê li dijî kurdên Helebê û YPGê pişta DAIŞê digire.
TEV-DEMê her wiha diyar kiriye ku encumena bi fermana Serokomarê Tirkiyê Erdogan tevdigere û dixwaze Sûriye parçe bibe lewma ew êdî naxwazin pê re hevalbendiyê bikin.
Di beşek din a daxuyaniya TEV-DEMê de jî hatiye gotin ku yek ji xalên din ên hevalbendiya TEV-DEM û encumena Helebê, dabînkirina pêdiviyên jiyanê û xizmetguzariyên pêwîst ji bo kurdên Helebê bû lê encumenê ew xal jî binpê kiriye û tiştek ji kurdên Helebê re nekiriye ji ber wê jî ew hevalbendiya xwe bi encumenê re didin sekinandin.
Li gorî ku TEV-DEMê ragihandiye, hevalbendiya wê û encumena Helebê roja 14ê Îlona par hatibû îmzekirin.
Tê zanîn berî heyvekê jî di navbera PYDê û 13 rêxistinê hevgirtî yê Helebê de bí teybet baskê nêzîkî El Nusrayê li ser revandin û tezîpkirina jineke arap ji alîyê PYDê ve nakokî derketibun.
