Domîz..654 konên bingehî li ser penaberên rojavayê Kurdistanê hatin belavkirin

Domîz..654 konên bingehî li ser penaberên rojavayê Kurdistanê hatin belavkirin

RojavaNews : Li Kampa Domîz ya penaberên rojavayê kurdistanê 654 konên bingehî li ser wan kesen ku bi rengekî ne asayî konên xwe vedabûn li nava kampa Domîz1 û Domîz2 yên bi nave kampa Faydê tê naskirin hate belavkirin.

Li ser belavkirina  wan konan rêvebera kampa Domîz "Dîlan Salih" ji ARKTVê re wiha axivî:"me daxwaz ji UNHCR kir ku  konên bingehî Li Kampa Domîzê bê avakirin ,çimkî ji sala 2012 gelek kampên ne asayî hene û UNHCR pesend kir ku 438 konên bingehî li kampa Domîz 1 û 216 konên bingehî li kampa Domîz 2 avabike".

Dîlan tekez kir ku ew Malbatên hatin Helbijartin ew bûn yê ku ji sala 2012û2013 de li Domîzê ne û bi rengekî ne asayî konên xwe vedane û  ji bo helbijatina cihê wan konan komîtek ji UNHCR ,BWJ,nûnerê penaberan,rêveberiya kampê û NRC hate damizrandin.

Kampa Domîz ya penaberên rojavayê kurdistanê yek ji dehan kampên li derdora sînorê parêzgeha Dihokê ye û bi dehan projeyên xizmetkariyê lê hatiya encam dan û naskirin.

Nalîn Hesen