RojavaNews : Serokê berê yê ajansa estexbarata navendî ya Emerîkayê ragihand ku wê di demeke nêzîkde welatek bi navê Sûriya û Îraq li ser nexşeyê namînê.
Maykil Haydin ji rojnemeya lovîgaro ya Ferensî re got bila em rastî bêjin ku sûriya û Îraq nemane û lubnan u lîbiya jî li ser wê rêyê ne û ev navçe di navbera bîst ta sih salî dene wê aram nabe.
Haydin herweha got ku rêxistinên islamî dest danîne li ser sûriyê û Îraqê û ev yek wê bihêla ku welatên Erebî bibin bîst welat ne bîst û du welat her di wê hevdîtinêde Haydin li ser rola Kurdan di herêmêde da xuyakirin ku Kurd hevpeymanên baştirin ji Amrîkayê re ne, jiber ku riya berjewendiyên wan yeke û daxwaz jib o çekirina hêzên Kurdî kir.
Di dawiya hevdîtinê de haydin tekez kir ku sûrî û Îraq nema vedgerin wek berê nexasim piştî hebûna rêxistinên îslamî yên tendirew.
Afia Hacî
