Siûd Mele : Hin aliyan di xwestin istxlala rewaşê bikin û nakokiyê di nava ENKSê de zêde bikin

Siûd Mele : Hin aliyan di xwestin istxlala rewaşê bikin û nakokiyê di nava ENKSê de zêde bikin

RojavaNews : Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S "Siûd Mele" got: Hin aliyan dixwestin di nava ENKSê de istixlala hin rewshan bikin  ji bo tevlîheviyê çêkin piştî kongirê ENKSê.

Mele"ji  Malpera RojavaNews re diyar kir dema ku kongirê ENKSê  bidawî hat û partiya pêşverû karê xwe rawestand di ENKSê de , hin aliyan dixwestin van nakokiyan zêde bikin, lê em wek ENKSê bi çedî liser van nakokiyan sekinîn û me karîbû çareser bikin.

Di berdewamiya axaftina xwe Mele got: roja 10 . 7 . 2015an  me seredna ofîsa Pêşverû li Silêmaniyê kir, û partiya navborî tekez kir ku ew beşek in ji ENKSê , lê rewşa wan nahêli ku karê xwe berdewam bikin di ofîsa têkêlîyên derve heta piştî kongirê xwe li darxînin.

Di dawiya axaftina xwede Mele sedema serdana wan ji herêma kurdistanê diyar kir û got : sedema serdana me ew e ku em biryarên  ENKSê bi dawî bînin , û ji herêma kurdistanê emê ber bi Istanbolê ve herin ji bo ku em bi koalisyona Sûrî re biçivin , ji bo mîkanîzm û aktîvkirina  karê ENKSê di nav Koalisyonê de gotûbêj bikin  .

Hassan