Rojava News: Li eniya şer a Mexmûrê firokeyên havpeymanan baregahên rêxistina DAIŞ'ê kirin amanc û 30 çekdar kuştin. Li herêmekê nêzîk Mûsilê jî termê 72 çekdarên DAIŞ'ê di gorek komî de hate dîtin.
Li eniya şer a Mexmûrê firokeyên havpeymanan baregahên rêxistina DAIŞ’ê kirin amanc û 30 çekdar kuştin. Li herêmekê nêzîk Mûsilê jî termê 72 çekdarên DAIŞ’ê di gorek komî de hate dîtin.
Operasyonên hewayî yên welatên hevpeymanan bo ser amancên DAIŞ’ê bê navber didomin. Berpirsê Malbenda Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê yê Mûsilê Xeyas Surçî ji BasNews re got: ”Firokeyên hevpeymanan doh bişev li gundên Salihiye, Hemedan û Xalidiye yên nêzîkê eniya Mexmûr, baregah û çeperên DAIŞ’ê bi awayek dıjwar kirin amanc û bombebaran kirin.”
Surçî got di van hersê gundan de bi giştî 30 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Gora komî ya DAIŞ’ê
Ji aliyê din ve, li herêma navbera Başîka û Şelatê ku dikevin rojhilatê Mûsilê, di gorek komî de termê 72 çekdarên DAIŞ’ê hatine dîtin.
Li gor agahiyên ji Fermandariya Hêzên Pêşmerge yê li deverê hatiye wergirtin, ev çekdar di encama şerê ligel hêzên Pêşmerge û bombebarana firokeyên şer de hatine kuştin.
