Li Hesekê Çalakiyek bi mebesta dilxweşkirina zarokan hate lidarxistin

Li Hesekê Çalakiyek bi mebesta dilxweşkirina zarokan hate lidarxistin

RojavaNews :Komela Hesekê a xêrxwaz Çalakiyek bi mebesta dilxweşkirina zarokan li darxist.

Roja Înê Komela Hesekê a xêrxwaz Çalakiyek bi mebesta dilxweşkirina zarokan li navanda komeleya navborî li Hesekê lidarxistin. 

Di nava wê Çalakiyê de matchek werzişê , stiranên bi dengê zarokan, û çend helbest ji aliyê zarokan hate pêşkêşkirin.

Di dawiya wê Çalakiyê diyarî li ser zarokan hate belavkirin û ew jî gelekî kêfxweşiya xwe dan xuyakirin.

Nalîn Hesen