RojavaNews :Nûnera Şepêla Pêşeroj li herêma kurdistanê "Asmehan Dawud" ragihand: ku partiya PYD nikare parastina deverên kurdî li kurdistana Sûriyê bike û pêwîste pêşmerge derbasî kurdistana Sûriyê bibin.
Asmehan Dawud li ser rûpela xwe ya facebookê nîvisandiye ku koçberkirina kurdan ji Hesekê û komkujiyên li Kobanî pêk hatin, belgehên ku PYD û dezgehên bi ser wê nikarên parastina kurdistana Sûriyê bikin.
Navborî berdewam kir ku eger PYD razîbe yan nerazîbe divê pêşmergeyên rojavayê kurdistanê derbasbibin û pêwîste dewletên hevpeymana biryara derbasbûna pêşmerge bi zutirîn dem bistîna ta ku bergiriyê ber axa kurdistana Sûriyê bikin.
Nalîn Hesen
