RojavaNews : Îro li Selehdînê Sekrtêrê Partiya Demuqrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê Abidulhemîd Hac Derwîş li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî civiya.
Malpera fermî ya Partiya Pêşverşû a Kurd li Sûriyê ragihand ku îro Sekrtêrê Partiya nav borî Abidulhemîd Hac Derwîş li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî li Selahedînê civiya û di civînêde herdû aliyan pêşhateyên herî dawî yên navçeyê bi giştî û yê rojavayê Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin .
Li gor wê malberê serok berzanî û derwîş tekezî li ser yek rêziya Kurdî li dijî metirsiya terorê kirine wek amajeyek ji rêxistina DAIŞê u girûpên tendirew re.
Herweha hevdîtina Sekertêrê Partiya Pêşverû digel Cemîl Bayk Serokê koma civakên Kurdistanê KCK , beşeke din ya wê hevdîtinê bo û têde Derwîş naveroka civîna xwe bi bayk re ji Serok Barzanî re eşkere kir.
Afiya Hacî
