RojavaNews :Biryare ku sibe 13 Têmûzê şandek hunera Kurdî bi mebesta beşdarbûnê di festîvala cîhanî a keltûra gelan de li welatê Kirwatiya bike bi navê Spas Pêşmerge.
Serokê şanda Kurdî Sefîn Salih got: “Şanda me ji komek Nivîskar, Rojnamevan, Şanokar, Hunermend û dezgehên ragihandinê, wê heyamê 10 rojan li Kirwatiya bimînin.”
Herwiha navborî got: “Wê şanda Kurdî bi çend çalakiyên hunerî, rewşenbîrî û keltûrî beşdar be.”
Sefîn Salih got jî: “Ev şand mezintrîn şanada hunera Kurdî ye di dîroka Kurdî de di warê beşdarîkirdin di festîvalên hunerî de û endamên beşdar bêhtir ji 105 kesan e.”
Şanda Kurdî bi navê “Vîva Pêşmerge” wate “Spas Pêşmerge” beşdarî vê festîvalê dibe û alaya Kurdistanê wek ala welatên din di festîvalê de dê bê hildan.
