Rojava News: Li bajarê Hesekê, hinek gund û dever ji destê DAIŞê hatine derxistin lê gundî ji tirsa mîn û bombeyên neteqiyayî yên DAIŞê newêrin vegerin malên xwe.
Di heyama çend rojên borî de gellek gund û deverên Hesekê ji aliyê şervanên kurd ve ji destê DAIŞê hatin standin lê ew der tijî mîn û bombe ne.
Welatî û gundiyên wan deveran jî ji tirsa mîn û bombeyan nikarin vegerin malên xwe. Ew daxwaz dikin gund û deverên wan ji mînan were paqijkirin.
