RojavaNews :Balafirên hevpeymanyan li DAIŞê li başûrê rojavayê Hesekê dan.
Rewangeha Sûriyê a mafê mirovan ragihand: Balafirên hevpeymanyan şeve borî erîşî çend navend û pargehên DAIŞê li ser riya spî li başûrê rojavayê Hesekê kir.
Li gorî Rewangehê:Balafirên hevpeymanyan deverên derdore fewc Elmêlebiyê bi giranî bombebarankir , lê nayê zanîn ke çend kuştî û birîndar hene.
Ji aliyekî din ve şer û pevçûn di navbere hêzên rêjîma Esed û rêxistina DAIŞê li derdora zindana Ehdase derket û di encam de DAIŞê destê xwe danî li ser zindana navborî.
