PDK-Bakur: Hemû şehîdên Kurdistanê serbilindiya me ne

PDK-Bakur: Hemû şehîdên Kurdistanê serbilindiya me ne

Rojava News: Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) ragihand hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê serbilindiya wan e.

 

PDK-Bakur bi helkefta 26emîn salvegera şehadeta Dr. Ebdurehman Qasimlo daxuyaniyek da û tê de şehadeta Dr. Qasimlo û du hevalên wî bibîr anîn.

 

Daxuyaniya PDK- Bakur bi vî awayî ye:

 

 

“Berî 26 salan rojekî wekî îro Sekreterê Giştî yê PDK-Îran Dr. Qasimlo û hevalên xwe li bajarê Wiyenayê bi niyeta ku ligel qasidên rejîma meleyan riyekî careseriyekî aşitiyane bibînin, cûn hevdîtinekî nehînî. Li aştiyê û aramiyê digeriyan, lê ew kesên ku hatibû hevdîtinê xwîna Dr. Qasimlo û du hevalên wî rêtin û ew şehîd kirin.

 

 

Mixabin dîroka me bi van bêbextiyan û fêlbaziyan dagirtî ye. Rêber û rêvebirên tevgera kurdî gelek caran ji aliyê dewletên koledar ve bi vî cureyî hatine şehîd kirin. Piştî Dr. Qasimlo, Dr. Serefkendî jî li Berlinê hat şehîd kirin.

 

 

PDK-Bakur, bi boneya 26emîn salvegera vê bûyera dilêş şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî bi rêz û hurmet bi bîr tîne. Hemî şehîdên doza Kurd û Kurdistanê serbilindiya me ne.”

 

 

Wek îro  26 sal berê 13ê Tîrmeha sala 1989ê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo û du hevalên wî li paytexta Awûairyayê Wiyenayê, ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatibûn şehîdkirin.