RojavaNews : Endamê desteya cîbicîkar ya TEVDEMê Aldar Xelîl dibêje em qabul nekin pêşmergeyên rojavayê kurdistanê derbas bibin û pêwendiyên me bi Encumena Niştîmaniya kurdî li Sûriyê ENKS re hatiya birîn û tiştek bi nave peymana Dûhokê nemaye
Aldar Xelîl duh di hevpeyvînekê rojnemavanî de got em qabul nekin ku hêzeke leşkerî din derbasî rojavayê kurdistanê bibe û em nahêlin ti hêzeke din li rojavayê kurdistanê hebe ku çi paweriya wê ya syasî hebe ji ber ku nebê dû hêzên leşkerî li ser erdê hebin
Di derbarî pêwendiyên wan bi ENKS re Xelîl got wan biryar standiye ku karê hevbeş nekin
Û li ser peymana Dûhokê jî dibêje dema îmzekirina peymana Dûhokê ji demê niha cûdaiye û tiştek bi nave peymana Dûhokê nemaye.
