RojavaNews :Asayîşa bi ser partiya PYDê ve dest bi hilmeteke girtina ciwanan li Serê Kaniyê ji bo leşkeriya neçar dest pêkir, û serokê xwecihiya Serê Kaniya ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê dibêje ku ev karê ku PYDê dike nakeve di bin xizmeta doza Kurdî de .
serokê xwecihiya Serê Kaniya ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê "Hemîd Xelîl" ji ARKê re ragihand ku : “ Di dema dengê teqînekê de li devera Esfer Necar ya ku dikeve başûrê bajêr, xelk li cihê bûyerê kombûn û di wî demî de asayîşa bi ser PYDê ve dest bi helmeteke girtina ciwanan kirin û 55 ciwan ji bo leşkeriya neçarî girtin."
"Hemîd Xelîl karê asayişa bi ser PYDê ve şermezar kir û got : “ Ev karê ku niha PYDê dike xizmeta doza Kurdî nake ji ber ku niha Rojavayê Kurdistanê di rewşeke hestiyar re derbas dibe û daxwaz ji PYDê kir ku bi zûtirîn dem de wan ciwana berdin “.
