Yek ji firokevanê F-16, Kurd e

Yek ji firokevanê F-16, Kurd e

RojavaNews :Serokerkanê pêşî yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî da zanîn ku yek ji wan firokevanê 4 firokeyên şer ên F-16 ku Amerîka radestê Iraqê kir, Kurd e û li herêma Kurdistanê nîştecîhe.

Babekir Zêbarî di daxuyaniyekê de ji bo kdp.info ragihand, ew firokeyên şer ên F-16 ku duh DYA radestê artêşa Iraqê kir, li gor peymana sala 2008 ya di navbera hikumeta Iraqê û DYA de divêya bihatana radestkirin.

Zêbarî da zanîn ku Iraq ji bo pirçek kirina artêşa xwe hemû hewldanan dike û got ku wê ev firoke jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de bêne bikaranîn.

Babekir Zêbarî her wiha da zanîn ku yek ji wan firokevanên F-16 Kurd e û li herêma Kurdistanê rûdine lê belê derbarê nasnameya wî firokavanî de agahiyek din neda.

Serokerkanê pêşî yê artêşa Iraqê Babakir Zêbarî, rojên borî dest ji erkê xwe berdabû û vegeriya bû Kurdistanê.