Barzanî behsa hevkariya dinavbera Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de dike

Barzanî behsa hevkariya dinavbera Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de dike

RojavaNews : Duh 14 Temûzê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîka li Îraqê “Stewart Jones”  û şanda li gel wî kir û li gel hev civîn kirin.

Di civînê de rewşa siyasî û ewlekariya Îraq, Sûriyê û herwiha rewşa eniyên şer li dijî çekdarên DAIŞê li her yek ji parêzgehên Enbar, Selahedîn û Neynewa hate behs kirin û gotûbêj li ser bilind kirina astê hevkariyê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hate kirin.

Herwiha mijarên wek peywendiyên Hewlêr û Bexda de û rêkeftinên di navbera wan de aliyekî din ji gotûbêjên civîna di navbera her du aliyan de bû.