Rojava News: Beşek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê banga Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îranê, ji bo navbeynkariya di navbera wan û Îranê de red dikin.
Çend roj berê Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îranê, ku take rêxistina siyasî ya fermî û legal a kurdan e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bang li partiyên Rojhilatî û rêjîma îslamî ya Îranê kiribû ku ew amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bibe navbeynkar.
Dewleta Îranê heta niha bersiva vê banga Eniya Yekgirtî ya Kurd nedaye lê beşek ji partiyên Rojhilatî li dijî wê yekê ne.
Endamê rêveberiya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê (Komele), Soran Palanî dibêje; eger dewletek bixwaze pirsgirêkên xwe yên bingehîn, ku yek ji wan pirsgirêka kurd e, çareser bike ti îhtiyaciya wê dewletê bi navbeynkariyê tine. Lê Îran naxwaze pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê çareser bike.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî di heman baweriyê de ye û Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ, Mihemed Sahibî jî ji ragihandinê re diyarkiriye ku; Eniya Yekgirtî ya Kurd ne hêzeke wisa ye ku ji Îranê re girîng be ne jî giraniya wê li ba partiyên Rojhilatî heye.
Li gorî wî rayedarê PDKÎ, behsakirina vê mijarê di vê demê de zêdetir ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îranê ye.
Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îranê, sala 2005ê hatiye avakirin û navenda wê ya giştî jî li Tehranê ye. Encumena rêveberiya wê ji 25 kesan pêk tê ku nûnerên kurdên eyaletên Tehran, Sine, Îlam, Kirmaşan û Ormiyê tê de cih digirin.
Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îranê, daxwaza demokrasiyê, dadmeniya civakî û geşekirina wekhev dike.
