Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand

Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand

 

Rojava News: Li devera Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê piştî şerekî giran êrişa wan hat şikandin.

 

Şeva borî çekdarên DAIŞê li devera Xurmatû ya nêzîkî Kerkûkê êrişî Pêşmerge kirin, ji ber wê jî şerekî giran derket.

 

Li ser wî şerî, fermandeyê Pêşmerge li wê eniyê Ehmed Bêşeyî ji Rûdawê re got, şeva borî saet 12:10, çekdarên DAIŞê li hinda pira Zerge li devera Xurmatû êrişî hêzên Pêşmerge kir.

 

Ehmed Bêşeyî diyar kir ku ji ber wê jî şerekî giran derket û heta saet 03:00 berdewam bû û ragihand, çekdarên DAIŞê li çend aliyan de êriş kiribûn lê ji ber qayîmbûna çeperên Pêşmerge, wan nekarîn pêşde bên û di dawiyê de êrişa wan hat şikandin.

 

Wî fermandeyê Pêşmerge eşkere kir ku çekdarên DAIŞê ji bo ku êrişî Pêşmerge bikin, bi qayîkan ji çemê Xurmatûyê derbas bûne ji ber ku li wê deverê rêya bejahî û rêya otomobîl nîne.

 

Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, çekdarên DAIŞê heta niha gellek caran ew taktîk bikar anîne lê ti carî bi ser neketine.

 

Bajarokê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê sala 1976ê bi fermana hikûmeta Iraqê ji Kerkûkê hat veqetandin û bi parêzgeha Selahedînê ya Iraqê ve hat girêdan.

 

Piştî ku Mûsil û hinek deverên din ên Iraqê ketin destê DAIŞê, Pêşmerge jî derbasî nav wê bajarokê bû. Lê piştî girtina Silêman Beg û Amirlî, milîsên şîe jî derbasî devera Xurmatû bûne.