Serokwezîr Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastina Îtaliyayê kir

Serokwezîr Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastina Îtaliyayê kir

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastinê ya Îtaliya, Robêrta Pînotî kir.

 

Wezîra Parastina Îtaliya Robêrta Pînotî û şandeke leşkerî û siyasî ya wî welatî duh êvarê gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Mistefayê Seyîd Qadir ve hatin pêşwazîkirin.

 

Robêrta Pînotî derengiya şevê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Robêrta Pînotî di civînê de diyar kir ku Herêma Kurdistanê îro di cîhanê de bûye xwedî pêgehek girîng.

 

Wezîra Parastina Îtaliyayê pesnê Pêşmerge jî da ku di şerê DAIŞê de mêrxasane şer dike û got, Pêşmerge hemû gelên Kurdistanê her wiha şaristaniyê diparêze.

 

Serokwezîr Barzanî jî ji ber alîkariyên leşkerî û mirovî yên Îtaliya, spasiya hikûmeta Romayê kir û got, dema DAIŞê êrişî Kurdistanê kir Serokwezîrê Îtaliya yekemîn serok bû ku serdana Başûrê Kurdistanê kir û piştevaniya welatê xwe ji bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê nîşan da