Rojava News: Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) eşkere kir ku heta niha nexuya ye ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dê kengî vegerin Rojava, lê bi piştrastî dê di demeke nêzîk de vegerin û ji ber vegera wan Amerîka jî bi wan re li ser xetê ye.
Kawa Ezîzî Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêj bi fermî ti demek bo derbasbûna Pêşmergeyên Rojava nehatiye diyarkirin, ku vegerin Rojavayê Kurdistanê û berevaniyê di ber axa xwe de bikin, lê vegera wan nêzîk e.”
Azîzî wiha got: “Amerîka niha pişta Rojavayê Kurdistanê girtiye û wê diparêze, niha ligel me li ser xetê ye bo vegera Pêşmergeyên Rojava, her dema birîyar bide dê derbas bibin, wê demê PYDê jî nikare rêgiriyê li çûna Pêşmerge bigire.”
Wî endamê ENKS diyar kir ku ev hêza ku hatiye avakirin divê veger Rojava, ku ji bo wê mebestê hatiye avakirin, lê niha li hêviya Amerîkayê ne.
