RojavaNews :Tevgera ciwanên kurd bang li Encumena Niştîmanya Kurd li Sûriyê ENKSê û TVDEMê kir û hemû alîyên siyasî, rêxistin, û aliyên peywendîdar li rojavayê kurdistanê kir ku hemû nakukyên xwe biden aliyekî û xwe li dijî van êrîşên li dijî gelê kurd tê kirin bikin yek
Tevgera ciwanên kurd duh ,di daxuyaniy xwe de bal kişand ser êrîşên çekdarên rêxistna DAIŞê li ser bajarê Kobanî û Hesekê ku ew pîlanek li dijî gelê rojavayê kurdistanê ye, û jber wê yekê daxwaz ji herdû aliyên lêvegera siyasî " ENKS" û "TVDEMê" kir ku bi zûtirîn dem lêvegerê ektîv bikin û hêzek serbazî jî avabikin , ji bo beravaniyê diber xaka rojavayê kurdistanê bike.
Di dawiya daxuyanya xwe de dobare bang li hemû aliyên siyasî û rêxistin û rewşenbîrên rojavayê kurdistanê kir ku hemu nakukyên xwe bidin aliyekî û ji bo berjewendya gelê kurd kar û xebatê bikin .
Nalîn
