RojavaNews :Di êrişa roja 25ê Hezîranê de, derdora 100 çekdarên DAIŞê serê sibehê bi dizî derbasî nava Kobanî bûn, hejmarek mezin ji xelkên sivîl kuştin û birîndar jî kirin. Pişt re wan çekdaran 4 cih ji xwe re kirin baregeh û ji wir şer dikirin û welatiyên sivîl dikirin armanc.
Li ser mijara komkujiya ku derheqê welatiyên sivîl de pêk hat, welatiyan ji rojnameya Kurdistan re nerînên xwe anîn ziman.
Welatiyê bi navê Ehmed Kêtikî wiha got": Nizanim çima komkujiyên me zû têne jibîrkirin û kes lê napirse, mixabin xelkê Kobanî ji kîs xwe çûn, em daxwazê ji ew kesê ku xwe kiriye desthilatdar û parêzvanê welat ku komîteyeke lêpirsînê derbarê komkujiyê de pêk werîne da ku em dijminan ji nava xwe derxînin."
Welatiyekî din ku nexwest navê xwe eşkere bike got":Tiştê nebaş ew ku ew aliyê xwe dike parêzvan nabêje ez şaş bûme û her li ser vê yekê berdewam e, xwezî Pêşmerge venegeriya bana Herêma Kurdistanê, bila careke din Pêşmerge werin û xaka me biparêzin."
Beriya êrişa DAIŞê ya roja 25ê Hezîranê, rojane penaberên Kobanî vedigeriyan mal û bajarê xwe, lê piştî wê êrişî vegera penaberan rawestiyaji ber ku nema baweriya wan aliyê desthitdar heye.
Pirsûsê-Can Kurd
