Rojava News: Helwestên lê dijî Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Berzanî yê ji parlementerên HDPê parlementer û kesayetên siyasî yên kurd acizkirin.
Hat zanîn ku; Ew kesên ku bi tûjî dev tavêjin Herêma Kurdistanê û Serokê herêma Kurdistanê bune sedemên aloziya nav HDP.
Li gor hatiye zanîn Serokê HDPê Selahattin Demirtaş di civîneke partiya xwe de helvesteke tund li beranber axiftinên Parlementera Amedê Nursel Aydogan yê di derbarê herêma Kurdistan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Berzanî de nişanda ye.
Demirtaş gotiye “axiftinên ku dibêjê bila guhê te bibîzê, ji ber ku Rojava jî em Kurdin, Herêma Kurdistanê jî em kurdin”
Parlemeterê HDPê yê yê Stenbolê Sezaî Temellî jî berî niha bi du sala di derbarê hatina Mesut Berzanî li ser wexfanfina Serokvezîrê Tirkiye Teyib Erdoxan de li ser tweettira xwe ya şexsî belavkiribû “Eger dijminê te pesnê te di dê wê demê bi tere xirabiyek heye”
Piştî ku di tora medya ciwakî de nerehetî û helwestê tûnd li beranber Sezaî Temelli derketin doh di derbarê wê parkirina xwe de dawa lêburdûnê kir û got” axaftinê min ji mebestê min û partiyamin dûrket, ez lêbirdûna xwe dixwazim”
Hemen demê ji çend parlementerên HDPê di daxwuyaniyên ragihandinê de diyarkirin ku ew li gel dirêjikirina dema Serokatiya herêma Kurdistanê Mesut Berzanî ne.
Di nav wan parlementerên HDPê de; Dengir Mir Mehmet Firat, Seher Akçinarbayar, Adem Ozcaner, Mahmut Celadet Gaydalive İmam Taşçier jî hene.
Ev jî Tweeta Sezaî Temelli ye

