Serokê Herêma Kurdistanê peymek pîrozbahiyê belavkir

Serokê Herêma Kurdistanê peymek pîrozbahiyê belavkir

Rojava News: Bi boneya hatina cejna Remezanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir û tê de xwest ku ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkariyê û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

 

Ev jî deqê peyamê ye:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Bi helkefta hatina cejna remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî û Iraq û cîhanê bi giştî dikim. Pîrozbahiyeke ji germ ji bo malbatên serbilindên şehîdan re dişînim.

 

Pîrozbayihekî germ pêşkêşî Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê dikim ku li sengerên pêşiya bergiriya gel û welatê me canê xwe xistine serdest û bi azayetî û xweragirî û cangoriya xwe dijminan têkşikand û rûmet û navê Kurdistanê bi bilind ragirtin û mizgîniya paşarojeke geş didin gelê me. Her wiha pîrozbahiyê li hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim ku gelek wêrekane bi navê parastina asayîşa welat û ser û malê hemwelatiyan keda xwe didin. Xwedayê mezin pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman û hêzên parastina asayîşa navxwe bê.

 

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza remezanê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkariyê û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

29ê remezana 1436 ê Koçî

16.07.2015 ê Zayînî