Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dema pêşwazîkirin li Wezîra Bergirî ya Îtalya Roberta Pinotti de ragihand: “Hinek welat tûşî şaşîtiyê bûn dema xwastint terorê wek kartekê di milmilaniyên siyasî de bi kar bînin.” Barzanî herwiha got: “Gelê Kurdistanê nikare xelkên wek DAIŞê tehemul bike û cihên kesên wisa di Kurdistanê de nîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh pêşwazî li Wezîra Bergirî ya Îtalyayê Roberta Pinotti û şandeya pê re kir ku ji Balyozê Îtalya li Bexdayê Marco Carnelos û Konsulê Îtalya li Hewlêrê Simone De Santi û hejmarek efser û şêwirmendên Wezareta Bergirî ya wî weltî pêkhatibû.
Di vê hevdîtinê de, Wezîra Bergirî ya Îtalya Roberta Pinotti bo derfeta vê civînê sipasiya Barzanî kir û di destpêka axaftina xwe de bi girîngî ve behsa rola pêşmerge di şerê li dijî terorê de kir û ragihand, “pêşmerge di xeta yekem a şerê li dijî çekdarên DAIŞê de ye.”
Roberta Pinotti herwiha kêfxweşiya xwe li hember asta bilind a hêza pêşmerge di şer û rahênanê de nîşan da û razîbûna xwe li hember wê yekê jî anî ziman.
Pinotti tekez jî kir: “Bo rêgirtin ji çekdarên DAIŞê pêwîst bû Îtalya di zûtirîn dem de alîkariya Kurdistanê bike, ji ber ku ew wiha dibîne ku alîkarîkirina Kurdistanê, alîkarîkirina Îtalyayê ye û ev şer jî bo parastina şaristaniyê û hemû cîhanê ye.”
Wezîra Bergirî ya Îtalya di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser dostatiya navbera gelê Îtalya û gelê Kurdistanê kir û ragihand: “ Welatê min dê berdewam be li ser pêşkêşkirna alîkariyên leşkerî bo Kurdistanê.”
Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê hevdîtinê de bi xêr hatina Wezîra Bergirî ya Îtalya Roberta Pinotti û şandeya pê re kir û bi navê xwe û gelê Kurdistanê sipasiya gel û Hikûmeta Îtalyayê kir ku di şerê ligel terorîstan de alîkariya Kurdistanê kirine.
Mesûd Barzanî herwiha derbarê serdana Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi û rayedarên pile bilind ên Îtalya bo Kurdistanê de jî ragihand, ew yek nîşan dide ku pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de dîrokî û dostane ne.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de tekez kir: “Rûbirûbûna bi terorê re ne tenê bi şerê serbazî û ne tenê şerê aliyekê ye jî, belkû şerê hemû cîhana azad û demokrasîxwaz e û şerê li dijî tarîtî û şeraniyê ye jî.
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê şerê li dijî çekdarên DAIŞê û hewlên bo wê yekê de jî da xuyakirin: “Ev şer pêwîstî bi hewlên hemû aliyan heye û hevdem ligel şerê leşkerî, pêwîst e di warê hizrî, aborî û siyasî de jî şerê terorîstan bê kirin. Herwiha hewlên welatên erebî û îslamî jî bo wê armancê gelek pêwîst in.”
Mesûd Barzanî herwiha got: “Hinek welat tûşî şaşîtiyê bûn dema xwastin terorê weke kartekê bo milmilanî û nakokiyan bi kar bînin, çimkî teror gefeke mezin e û di dawiyê de zirarên wê ji wan bi xwe re û ji hemû aliyekê re ye.”
Barzanî di beşeke din a axaftinên xwe de ji Wezîra Bergirî ya Îtalya Roberta Pinotti re behsa çawaniya peydabûn û derketina çekdarên DAIŞê li Iraqê û destpêkirina êrîşên wan bo ser Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Pêşmerge karî çekdarên DAIŞê li sînorên Kurdistanê têkbibe.”
Mesûd Barzanî tekez kir: “Niha îradeya pêşmerge gelek bihêz e û gelê Kurdistanê jî bi ti awayekê tehemula wê yekê nake ku hizra DAIŞê û xelkên wek DAIŞê li Kurdistanê hebe û li Kurdistanê cihên yên wek DAIŞê tine ye.”
Barzanî amaje bi şikestina çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê û Iraqê jî kir û got: “Pêwîst e DAIŞ li Sûriyeyê jî were têkşikandin û şerê terorê li Sûriyey û Iraqê mijarek e ku girêdayî hev in.”
Derbarê rêkeftina etomî ya Îranê û koma welatên 5+1 de jî, Serokê Herêma Kurdistanê di vê civînê de hêvî xwast ku ev rêkeftin bibe sedemê xurtkirina tenahî û aştiyê li navçeyê û rê ji bo jinavbirina terorê jî xweştir bike.
