Netewên Yekbûyî piştgîrî da Kurdistanê

Netewên Yekbûyî piştgîrî da Kurdistanê

Rojava News:  Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî tê Netewên Yekbûyî Jan Kubis îro li Hewlêrê arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin. Yan Kobîs di civînê de pişgtgîrî li diyaloga navbera her du aliyan kir û ragihand, pêwîst e Bexda pêbendî rêkeftina bi Hewlêrê re be.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, îro li bajarê Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Jan Kubis Kir.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, Jan Kubis di vê hevdîtinê de tekez kir ku Netewên Yekbûyî piştgîrî li hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina arîşeyên navxweyî û herwiha arîşeyên bi Bexdayê re dike û bo wê mijarê jî ew amade ne alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

 

Kubis herwiha amadeyiya Netewên Yekbûyî bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan nîşan da û tekez li ser piştevaniya NY bo berdewamiya gotûbêjn navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

 

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de herwiha hat gotin: “Di civînê de tekez hat kirin ku pêwîst e hemû alî û bi taybet jî Bexda pêbendî rêkeftina ligel Hewlêrê bin.”

 

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û ragihand, arîşeyên navebra Hewlêr û Bexdayê ji sala par ve heya niha berdewam in û nehatine çareserkirin.

 

Nêçîrvan Barzanî got, “arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi çaresernekirî mane, ji ber wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar ma pêngavek din bo çareserkirina arîşeyên xwe, bi taybet di warê aborî de bavêje.”

 

Barzanî herwiha da xuyakirin, Herêma Kurdistanê hêj piştgîrî li diyalog û gotûbêjê li gel Bexdayê dike da ku her du alî bigihîjin çaresereke guncaw ku di berjewendiya hemû aliyekê de be.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha sipasiya rolê Netewên Yekbûyî jî kir ku hewl dide bi gotûbêjê Hewlêr û Bexdayê nêzîkî hev bike da ku nakokiyên xwe çareser bikin.