Rojava news: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di Yekem roja cejna Remezanê de alîkarî gihand bi dehan hezar penaber û xelkê belengaz û bi ser wan de belav kir.
Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ragihandiye ku: “Ew alîkarî pêkhatine ji xwarinê, cilûberg û pêwîstiyên nav malê, ku bi ser bi dehan hezar malbatên di nav kampan û derveî kampan de hat parvekirin.”
Mûsa Ehmed herwiha gotî: “Zêdetirî 45 hezar malbat li derveyî kampan û 40 hezar malbat di nav kampan de ew alîkarî wergirtin ku bi vî awayî zêdetirî 1 milyon kesî mifa ji wan alîkariyan werdigrin.”
Ehmed herwiha da xuyakirin, ku wan bi hevkarî û hemahengiya Heyva Sor a Îmaratê û Konsulxaneya Kuweytê li Hewlêrê ew alîkariyên mirovî bi ser penaberan û kesên belengaz de belav kirine.
