Rojava News: Hêzên Kurdî li Hesekê pêşve diçin û derbeyên giran li çekdarên DAIŞê dane û li Kobanî jî êrişên çekdarên DAIŞê hatine şikandin.
Li gor ku hatiye ragihandin: “Baskê yekemîn a hêzên Kurdî ji milê Girtîgeha Zarokan birê ketin û gundê Tala hedef girtin û di êrişan de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Li gorî wê daxuyaniyê, “Baskê duyemîn jî ji taxa Ezîziyê birê ket û ber bi başûrê Hesekê ve pêşve çûn û gundê Fellah ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.”
Herwiha hatiye ragihandin ku li Kobanî jî êrişên DAIŞê li dijî gundên Qilhaydê, Sîna, Erganê, Nurelî û Sepeta Ereban yên başûrê Kobanî hatine têkbirin û çendîn çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Hejmara kuştî û birîndarên çekdarên wê rêxistinê nehatiye diyarkirin.
