Balafirên Amerîka li Rojava li DAIŞê didin

Balafirên Amerîka li Rojava li DAIŞê didin

 

Rojava News: Balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li Rojavayê Kurdistanê li Hesekê û Girê Spî li DAIŞê dan.

 

Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirên me li Iraq û Sûriyê di nava 24 saetên borî de 25 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.”

 

Li gorî wê daxuyaniyê, “Li Sûriyê balafiran li Hesekê 9 caran li DAIŞê dane û 3 caran li Reqa, herwiha 2 operasyon jî li herêma Girê Spî pêk anîne.”

 

Hevpeymaniya navdewletî wiha got: “Herwiha li Iraqê balafiran li bajarê Bêcî yê parêzgeha Selahedînê 3 caran li DAIŞê dan û 3 caran jî li nêzîkî bajarê Mûsilê dan, herwiha li bajarokê Teleferê yê rojavayê Mûsilê jî balafiran carekê li DAIŞê dan, li Rumadî 3 caran û li nêzîkî bajarê Hedîse yê Enbarê jî operasyonek pêk anîn.”

 

Hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Amerîkayê û bi beşdariya çend welatên erebî rojane li Iraq û Sûriyê li DAIŞê didin û ziyanên mezin digihînin wan çekdaran.