Dayîkên Şemiyên cejin pîroz nekirin

Dayîkên Şemiyên cejin pîroz nekirin

Rojava News:  Dayikên Şemiyê ku zarokên wan di salên 90î de li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewletê ve hatine wendakirin, di cejnê de jî li Amedê çalakî li dar xistin. Dayikan 336emîn car di çalakiya xwe de hestî û gorên zarokên xwe ji dewletê xwestin.

 

Ji van hin kes bavê wan, hin kes kurê wan û hin kes jî hevjînê wan di salên 90î de li Bakurê Kurdistanê hatine wendakirin. Hejmara kurdên ku heta niha hatine wendakirin li gorî raporan 17 hezar kes in.

 

Dayik dibêjin kujerê zarokên wan dewleta tirk e û 30 sal in ew nikarin ji ber wendayên xwe cejnekê bi aramî pîroz bikin

 

Her çiqas aqûbeta zarokên wan nediyar be jî ew dibêjin dewletê zarokên wan kuştiye û qet nebe bila dewlet hestiyê zarokên wan bide.

 

Dayikên şemiyê ne tenê li Amedê, li Şirnex û Stenbolê jî her hefte ji bo ku kujerên zarokên wan bên dîtin û derkevin pêşberî dadgehê çalakiya rûniştinê li dar dixin.