RojavaNews : Li bajararokê Silûk yê girêdayî bajarê Girê Sipî yê rojavayê kurdistanê çekdarên rêxistina DAIŞê derbasî wî bajarokî bûn u teqînek pêkanîn û şer u pevçûn rûdan di encam de ew êrîş hat têkbirin.
Duh li bajarokê Silûkê şer û pevçûnên giran di nav bera hêzên hev beş u çekdarên rêxistina DAIŞê ku derbasî bajêr bûn u teqînek pêk anîn rûdan.
Li gor malperên nêzîkî Partiya PYDê ve ku çekdarên DAIŞê teqîneke xwekuj li nava bajarokê silûkê pêkanîn û piştî wê teqînê şer û pevçûn di navbera hêzên hevbeş û çekdarên DAIŞê rûdan û di encam de çend ji wan çekdaran hatin kuştin û yên din reviyan .
Her weha li gunde warên başûrê bajarê Kobanê jî çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Qel Hedîd kirin şer û pevçûnên giran li wê navçeyê rûdan di encamde hêzên hev beş dest danîne li ser termên dozdeh çekdarên DAIŞê her weha dest danîne li ser komek çek û cebilxane.
