Rojava News: Li bajarê Dêrsîmê yê Bakurê Kurdistanê komkujiya bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Bi hezaran dêrsîmî duh danê êvarê bi armanca şermezarkirina komkujiya Pirsûsê/Sirûcê ya ku tê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û derdora sed kesî birîndar bûn, li Kolana Hunerê ya navenda bajarê Dêrsîmê li hev civiyan.
Girseya ku li ser banga Civata Bajarê Dêrsîmê li hev kom bû, di bin pankarta ´Duh Mêrsîn û Amed, îro jî Pirsûs. Emê hesabê komkujiyan bipirsin´ de ji Kolana Hunerê heta ber Bîrdariya Mafên Mirovan meşiya, dikan jî nehatin vekirin.
Digel girseya qelebalix nûnerên saziyên siyasî û yên civaka sivîl, parlamenterên Dêrsîmê yên HDPê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dêrsîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, Şaredarê Mêzgirê Tekîn Turkel, Şaredarê Pilûrê Mehmet Fatîh Maçoglû, Şaredarê Xozatê Celalettîn Polat jî amade bûn.
Girseyê di çalakiyê de hima him li dijî DAIŞê dirûşmeyên wekî ´DAIŞa kujer´ berz kirin. Li ber Bîrdariya Mafên Mirovan li ser navê Civata Bajarê Dêrsîmê û girseya amade, ji rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan ESPê ya bajêr Hakan Kavût axivî. Kavût, êrişa xwekujî ya ku li navçeya Pirsûsê pêk hat, li dijî Kobanî, Rojava û nirxên sosyalîzmê bi nav kir.
Piştî daxuyaniyê girseyê 5 xulek bi çalakiya rûniştinê rê ji hatûçoyê re daxist û piştre amadebûyiyan gul danîn ber Peykera Mafên Mirovan û find vêxistin.
