PAKê banga serferberiyê kir

PAKê banga serferberiyê kir

Rojava News:  Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo birîndaran teqîna Sirûcê (Pirsûsê) banga serferberiyê kir.

 

Di daxuyaniya ji aliyê Buroya Ragihandinê ya PAKê ve hatî dayîn wiha hat gotin: “Em banga hestîyarîyê ji bo alîkarîya xwînê ji birîndaran re li gelê me dikin. Roj roja xurtkirina yêkîtiya netewî ya gelê Kurdistanê ye.”

 

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku şerawestandina nêzîk du salan e didome, ji aliyê hêzên tarî ve dîsa tê xwestin bê xirakirin û wiha hat ragihandin:

 

“Ji aliyekê çiyayên Cudî, Pasûr (Kulp) û Liceyê tên şewitandin û ji aliyekê din ve jî dijminên gelê Kurdistanê bi destê DAIŞ a hov qetlîaman didomîne. Ev êrîşên hov beşek ji şerê li hember gelê me ye. Em van qetlîaman bi tundî rûreş dikin.”

 

Herwiha di daxuyaniya PAKê de hat gotin, ti erîş, hovitî û qetlîam dê nikaribe rê li ber têkoşîna azadî û dewletbûna Kurdistanê bigire.