Rojava News: Raporeke brîtanî ku ji aliyê 2 navendên lêkolînê bi hevbeşî hatiye pêkanîn tekez dike ku, rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) gaza klorê li dijî Pêşmerge vbikar aniye.
Li gorî wê rapora hevbeş ku ji aliyê navendên CAR û SAHAN ên serbixe ve hatiye amadekirin, behsa wê yekê dikin ku DAIŞê li eniyên şer li Iraq û Sûriyê gellek madeyên kîmyayî bikar tîne.
Wê raporê wiha got: “Çend tîm hatine şandin da ku lêkolînê li wî cihê ku tê gotin DAIŞ li wir di meha borî de gaz bikar aniye, 2 cih ji wan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ne, herwiha tîma din jî bo lêkolînê li haweneke 120 m ku li nêzîkî Hêzên Pêşmerge ketibû lê neteqiya bû, çû Başûrê Kurdistanê.”
Rêveberê Giştî yê CARê Jemis Bevan ragihand: “Tîma me piştî hefteyekê ji êrişa ser nêzîkî Bendava Mûsilê gihîşt cihê bûyerê. Wê demê tiştekî reş û nerim ji wê topa hawinê derdiket û bêhnek pir dijwar jê dihat. Dema endamên tîmê nêzîkî wê bûn, serê wan êşiya û dilê wan xeliya, ku ev jî ew haletin dema ku gaza klorê li mirovan dikeve.”
Herdu navendan behsa wê yekê jî dikin ku belgehên wan ên hevbeş hene û wiha gotin: “Hatiye piştrastkirin ku ew gotinên dibêjin ew rokêtin ku DAIŞê li dijî kurdan bû li dijî hêzên din bikar anîne madeyên gaza klorê li xwe digirin.”
Di meha Adara îsal de Hêzên Pêşmerge li eniya Guwêrê çend belge li ser bikaranîna gaza klorê ji aliyê DAIŞê ve bi dest xistine û ragihandin: “DAIŞ gaza SO2H4 ku gazeke bihêzî jehrî ye, xistiye nava 2 butlên xaza malan, herwiha gaza klorê ku ew jî gazeke jeherî ye wek bombeyên vedayî ji Pêşmerge re danîbû, lê beriya ku biteqînin Hêzên Pêşmerge ew pûç kirine.”
Efserekî Pêşmerge ku wî bi xwe ew bombe pûç kiriye, behsa wê dema ku bombe dîtiye dike ku di cih de naskiriye ku gaza kîmyayî tê de ye, ji ber ku hinek ji wê gaze rijyabû ser erdê û derdora xwe şewitandibû û erd reş kiribû.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevpeymaniya navdewletî ji wan belgeyan agahdar kiriye û efserên Pêşmerge dibêjin, "Heta Serokê Amerîka Barzak Obama jî haya wî ji wê yekê heye."
