Amerîka teqîna Pirsusê şermezar kir

Amerîka teqîna Pirsusê şermezar kir

RojavaNews :Berdevkê Koşka Sipî ya Amerîkayê, Jush Ernest teqîna duh ya li navçeya sînorî ya Pirsusê li Bakûrê Kurdistanê şermezar kir.

Berdevkê Koşka Sipî Jush Ernest duh di konfranseke rojnamevanî de derbarê teqîna Pirsusê ya li ser sînorê navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanêde  helwesta fermî  ya Amerîkayê ragihand.

Jush Ernest di vê konfransa rojnamevaniyê de bi navê Hikûmeta Amerîkayê teqîna li Pirsusê şermezar kir.

Ernest di bersiva pirsyarekê de helwesta welatê xwe bi vî awayî anî ziman: “Ez bi navê Hikûmeta Amerikayê vê teqînê şermezar dikim.”

Duh berî nîvro li Navenda Çand û Huner a Amara li navçeya Pirsusê li Bakûrê Kurdistanê teqînek mezin qewimî û li gor agahiyên fermî û piştrastkirî heya niha di encama wê teqînê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 104 kes jî birîndar bûne.