Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge

Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge

Rojava News: Endamekî Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir ku jinên kurd ên êzîdî tevlî hêzên Pêşmerge dibin û got, yekîneyek taybet a jinên êzîdî hatiye avakirin.

 

Jinên kurd ên êzîdî ji bo ku li hember êrişên terorîstên DAIŞê xwe biparêzin û li kêleka pêşmergeyên zilam şerê terorê bikin, tevlî refên Pêşmerge dibin.

 

Li gorî agahiyên parlamenterên kurd ên êzîdî, heta niha zêdetirî 5 hezar kurdên êzîdî bûne Pêşmerge û tê pêşbînîkirin ku hejmara wan bigihîje 16 tabûran.